Li başûrê Çilaxa pevçûnên dijwar

Li başûrê Çilaxa pevçûnên dijwar

Komên çete yên ser bi Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam hewl dan ku êrîşî gundê Sefa yê li başûrî Çilaxa bikin, lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG)bersiv da û di encama pevçûnan de bi dehan êrîşkar hatin kuştin.

Komên çete yên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê ) yên ku li gundê Girhokê bicîh bûne, saet li derdora 05.00'an bi çekên giran êrîşî gundê Sefa yê li başûrî Çilaxa kirin. Li ser vê yekê hêzên YPG'ê bersiv da û di encama pevçûnan de ku heta saet 08.00'an berdewam kir, bi dehan çete hatin kuştin û birîndarkirin.

Hate ragihandin ku pevçûnên li herêmê cîh bi cîh didomin.