Li başûrê Kobanê derbên mezin li çeteyan hatin xistin

Li başûrê Kobanê derbên mezin li çeteyan hatin xistin

Li herêma Kobanê şer û pevçûnên ku roja 15’ê Îlonê  di navbera şervanên YPG’ê  û çeteyên DAIŞ’ê de derketibû berdewam dikin. Li başûrê herêma Kobanê şer û pevçûnên dijwar rû didin. Çeteyên DAIŞ’ê  derbeyên mezin dixwin neçar diminin xwe vekişînin.

Li herêma Kobanê şer û pevçûnên ku roja 15’ê Îlonê  di navbera şervanên YPG’ê  û çeteyên DAIŞ’ê de derketibû dewam dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, seat 23.00’an di navbera şervanên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê li başûrê herêma Kobanê di mesafeyek nêz de şerê dijwar rû da. Hat ragihandin çeteyên DAIŞ'ê derbên giran xwarin û neçar man xwe vekişînin. Di encamê de gelek çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.