Li Başûrê Kurdistanê bazirganiya mirovan zêde dibe

Li Başûrê Kurdistanê bazirganiya mirovan zêde dibe

Rêxistina Mafê Mirovan ku li Başûrê Kurdistanê xebatan di meşîne bi konferansakî ku li darxist derxiste holê ku li Herêma Kurdistanê bazirganiya mirovan zêde bûye.

Organîzatora Konferansê û Aktivîsta Civakên Sivîl Tanya Kemal diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bazirganiya mirovan zêde bûye û got ku ji pêşî girtina li bazirganiya mirovan wê raporekê ji Parlementoya Kurdistanê re bişînin ji bo yasayek li dijî vê derbixînin.

Li gorî nûçeya ku malpera Basnews weşandî endamê Parlementoya Kurdistanê yê Tevgera Goran Evar Îbrahîm li ser vê mijarê wiha gotiye: “Di rûniştinên ku me di Parlementoya Kurdistanê de pêk anîne li ser mijarên pêşî girtina bazirganiya mirovan û girtina yên ku bazirganiya mirovan dikin emê xebat bimeşînîn.”

Endamê Rêxistina Mafê Mirovan Rasan û aktivîstê Civaka Sivîl Rêzan Dilêr jî diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bazirganiya mirovan hîn zêde ji aliyê çeteyan ve tê kirin û di vî alîde zêdebûnek çêbûye diyar kir û wiha got: “Li Herêma Kurdistanê çend komên çeteyan penaberên ji Sûriyê hatine bi kar tînin û zarokên wan jî neçarî xwestinê dikin.”

DI CÎHANÊ DE HER JI HEZAR KESAN 3’YÊ WAN BI HÛRÊ TÊN XEBITANDIN

Li gorî Rêxistina Xebatên Navnetewî di Cîhên de 21 milyon kes bi zorê tên xebitandin. Ev jî diyar dike ku di Cîhanê de ji her 1000 kesî 3’yê wan neçarî xebitînê têne kirin nîşa dide. Ji vêna 5,5 milyon (ji sedî 26) ji ciwanan pêk tê. Li Yeketiya Ewropa û aboriyên pêşketî de 1,5 milyon kes ( ji sedî 7) bi zorê tên xebitan din. Di vê çerçeveyê de li gorî yên ku li hemberî bazirganiya mirovan dikin têdikoşin ku Emerîka jî di navde welatên pêşketî û yên nû pêş dikevin, pirsgirêka wan ya hevbeşe.