Li Başûrê Kurdistanê du piling hatin dîtin
Li Başûrê Kurdistanê du piling hatin dîtin
Li Başûrê Kurdistanê du piling hatin dîtin
Hat ragihandin ku piştî bi salan li gundê Xaniqa yê bajorka Wertê ya navçeya Rewandiza ser bi Hewlêrê du piling hatin dîtin.
Rêveberê bajaroka Wertê Kuyistan Ehmed diyar kir ku duh danê sibê welatek ji gundê Xaniqayê du piling dîtine, lê ji ber xirabiya rewşa hewayê nekarîne wêneyên wan bikişînin.
Ehmed ku ji Pukmedia re axivî diyar kir ku banga parastina van ajalên kovî li jîngeparêzan kirin û ji welatiyan xwestin ku wana nekujin.
Herî dawî, par li gundê Sîtekan ê navçeya Soroanê pilingek mirî hatibû dîtin. Hêjayê gotinê ye ku ev 70 sal in li herêmê piling nehatine dîtin.