Li Başûrê Kurdistanê gel li ser sindoqane

Li Başûrê Kurdistanê gel li ser sindoqane

Başûrê Kurdistanê piştî çar salan şûnde ji bo diyarkirina parlementoya xwe diçin ser sindoqan. Hejmara kesên ku deng bidin 2 milyon 818 hezare. Di hilbijartinê de tenê ne hilbijartina 111 kursiyên di parlementoyê de ye, wê dengeyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê di demê bêde çawa bên rûniştin jî diyar be.

Herêma Federala Kurdistanê piştî çar salan şûnda cardin ji bo nûkirina parlementoya xwe diçin ser sindokan. Tê payin ku di dawiya hilbijartinan de hikûmetek koalisyon bê hilbijartin. YNK ku bê Celal Telabanî dikeve hilbijartinan wê weke di ezmûnekê re jî derbas bibe. PÇDK cara yekê tevlî hilbijartinan dibe. Tê payîn ku dengên ji bo tevgerên îslamî biçin bilin bibe.

Başûrê Kurdistanê ku şêniyên wê nêzî  4 milyon 800’î ye, wê îro 2 milyon û 818 hezar û 669 kes ji bo dengdanê biçin ser sindokan.

Roja Pêçşemê deng dayîn bi hêzên asayîşê, nexweşan û girtiyan destpêkir. Komisyona hilbijartinê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 93.3 ye. Ji 154 hezar 739 kesî 144 hezar û 434 kesî dengê xwe bikaraniye.

31 partî tevli hilbijartinên parlementoyê dibin. Lê gelek jî di rewşa partiyên biçûk de ji ber tevlî dibin di lîstêyê de 27 partî û çar namzetên serbixwe tên dîtin. 19 partî yên Kurdistanê û yên din jî yên kêm netewên weke Tirkmen, Asurî-Suryanî, Keldanî ne. Di hilbijartinan de wê her kesek du dengan bikarbîne, yek ji bo partiyê  û ya din jî bo namzet bê bikaranîn.

Di hilbijartinê de beraj nîne tenê li gorî sediya dengên hatîn sitandin hejmara kursiyan hatiye diyarkirin. Wê 111 namzet mafê ketina di parlementoyê de werbigrin. Ji vana 11 ji bo kêmenetewan hatiye veqetandin. Her partiyek neçare ji sedî 30 kotaya jinê bi carbine.

HEWAYA KU HILBIJARTINAN AFIRAND

Hilbijartinên Herêma Federal a Kurdistanê vê carê di hewayekî cuda de pêk tên. Li aliyekî dengeyên di navbera Bexda û Hewlêr yên petrolê û li aliyê din pêşketinên ku li ser sinorê wê yên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê çêdibin.

Ji yên herî nêzî wê ku di nava têkiliyande ye Tirkiye jî piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Newroza 2013'an ku pêvajoyekî demokratîk daye destpêkirin şer hatin rawestandin. Her wiha hilbijartin di demeke ku di mijara kurdan de Kongreya Navnetewî heyî de pêk tên.

Kongreya Navnetewî ya Kurdan ku dê beriya  hilbijartinan bihata kirin cardin ji ber sedema hilbijartinan hat taloqkirin.

TEXMÎN DI ALIYÊ KOALISYONÊ DE NE

Ji ber kiryarên partiyên KDP û YNK’ê yên ku di dema 17’ Sibata 2001’an de ji ber xwepêşandanekî de 12 kesî jiyana xwe ji dest dayî wê di dengên partiyên desthilatdar de ketin çêbibe.

YNK CARA YEKEM BÊ TALABANÎ TEVLÎ HILBIJATINAN DIBE

YNK vê carê wê bêy “Mam Celal” bikeve hilbijartinan. Serokê YNK’ê û Serok Komarê Îraqê Celal Telabanî yê ku 79 salî, ji ber pêş 9 mehan nexweşiya xwîn çûye ser mejiyê wî derbaz kirî, rakirin nexweşxaneyek li Elmanya.

Li gorî rojnamevan û analîstan wê di  dengên YNK’ê de rêjeya deng danê bikeve. Di aliyê din de wê di vê hilbijatinê de ev ji bo YNK’ê bibe ezmûnekî mezin.

TÊ PAYIN KU DI PARTIYÊN ÎSLAMÎ DE BILIND BUN ÇÊBE

Tevgera Goran ya ku erka muxalefetê dileyize, çav li rêye ku partiyên Îslamî û partiyên çepgir dengên wan zêde bibin.

Tevgera Goran demek berê ji YNK’ê veqetiya ku rêxistina xwe çêkir. Bi hilbijatina ku yekem car tevlîbûyî bi 25 dengan derbazî parlementoyê bû  û di herêmê de bû partiya 3'emîn ya bi serkeftî. Ev serkeftina xwe bi derketina partiyên desthilatdar ya ku cardin bi bîra gel anîn û hêrsa gel rê da ku ev çend deng çêbibe.

EZMUNA YÊKEM YA PÇDK’Ê

Partiya Çareseriya Demokratîka Kurdistanê (PÇDK) cara yekeme ku tevlî hilbijartinên Başûrê Kurdistanê dibe, di siyaseta Başûr de nûbûnekê îfade dike.

Eleqeyekî mezin ya girseyên çepgir ji bo PÇDK’ê heye. PÇDK  ku bi hejmara 113'an dikeve hilbijartinan û jê 14 jin bi 38 namzetan dikeve hilbijartinan.

Di pêvajoya hilbijartinan de tişta ku herî xwe da pêş, pêwistiya Başûrê Kurdistanê ya ku bi rêveberiyekî demokratîk e.

Di pêş hilbijartinan xwebatên PÇDK’ê hatin astang kirin. Dema ku meşa hewlêr hat astang kirin, li gelek cihên din jî xwebatkarên PÇDK’ê hatin derb kirin û rastî êrişên bi çek hatin.