Li Başûrê Kurdistanê îsal 129 karkeran jiyana xwe ji dest dane

Li Başûrê Kurdistanê îsal 129 karkeran jiyana xwe ji dest dane

Li Herêma Başûrê Kurdistanê bîlançûya kesên di dema kar de jiyana xwe ji dest dayîn diyar bû. Li gorî vîna di destpêkê Silêmaniyê li tevahiya Başûrê Kurdistanê 129 karkeran jiyana xwe ji dest dane.

Di derbarê mijarê de Berdevkê Rêxistina Karkerên Bînasazî ya Kurdistanê Mustafa Ahmed, li bajarê Silêmaniyê daxuyanî da û sala 2013’an weke “sala cinayetên kar” bi nav kir.

Amed da diyar kirin ku sala 2013’an bi hejarî, di mafên xwe de bêpar derbas bûne û wiha ragihand; “Sermeyedar bi keda me û li ser xwînê sermayedariya xwe mezin dikin. Her bîra petrola li kurdistanê derdikeve kare bibe wek Dûbaî yan jî Emirlikê, lê karkerên Kurdistnê û civakê bi qasî cihanê pirsgirêkên wan hene.”

 Ehmed destnîşan kir ku di derbarê mirinên karkeran de qet siyaset diyar nîne û got, em li himberî vîna bêdeng nabîn. Ehmed bang li hikûmetê kir ku guh bide daxwazên karkeran û wiha rêz kir:

1-Li her navendê û projeyê de divê çavdêrên karkeran hebin.

2- Divê merçên kar bên başkirin.

3-Divê tazmînat bên dayîna xizmên kesên ku di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane.

4- Divê tanminat bê dayîna kesên kardikin û yênbê kar mayîne.

5- Divê bê ku cûdaxwazî bê kirin sigorta bê dayîna kesên emeklî dibin.

Rehman Resûl bîlançûya salê xwend û wiha ragihand: ‘’ 23 karkeran li navçeyên Kerkûkê, 55 li Silêmaniyê, 28 li Hewlêrê, 19 li Duhokê û yên din jî li Germiyan jiyana xwe ji dest dane. Li gor daneyên heman rêxistinê, temenê ji sedî 70’ê qurbaniyan di jêr 35 salî de ye û xwendekar, pispor û xwendevan jî di nav wan de hene.

Li gor daneyên Sendîkaya Bînasazî ya Kurdistanê, ji sedî 23’ê van rewşan ketina ji ser avahiyan û ji sedî 23 jî ji ber elektrîkê canê xwe ji dest dane. Ji sedî 18 xeniqîne, ji sedî 13 avahî bi ser wan de ketine û herwiha ji sedî 23 hatine kuştin. Herwiha di piraniya projeyan de silametiya karkeran li ber çav nayê girtin.