Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê Milyonek û 6 hezar îmze hatin komkirin
Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê Milyonek û 6 hezar îmze hatin komkirin
Li Başûrê Kurdistanê û Iraqê Milyonek û 6 hezar îmze hatin komkirin
Komîsyona Kampanya Komkirina "Milyonek Îmze' ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de encamên kampanyayê aşkera kir. Li gorî vê yekê li seranserê Iraq û Herêma Kurdistana Federal 1 milyon û 6 hezar û 667 îmze hatine komkirin.
Komîsyona Kampanya Îmzayan a Herêma Kurdistana Federal û Iraqê ku ji bo Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên li Tirkiyê ku ji bo piştgirîdayîna kampanya 5 milyon îmze a li welatên Ewropa, Qafqasya, Rojhilata Navîn, Başûrê Efrîka û Emerikaya Latîn hatibû destpêkirin li Hewlêrê bi daxuyaniya çapemeniyê encamnameya kampanyayê aşkera kir. Li gorî encamnameyê li seranserê Herêma Kurdistana Federal û hinek deverên Iraqê 1 milyon û 6 hezar û 667 îmze hatine komkirin.
Daxuyanî li Otela Çarçira bi amadebûna gelek endamên rêveberiya kampanyayê û rojnamevanan bi axaftina vekirinê ya endamê komisyona kampanyayê Serdar Sitar ve hate destpêkirin. Star di axaftina xwe de wiha got: “Li Herêma Kurdistanê û hinek deverên Iraqê serê meha Gulanê ya 2013’an jibo piştgirî dayîna kampanya pênç milyon îmze a ji bo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê de ku li gelek welatên Ewropa û cîhanê hatiye destpêkirin, me biryar da ku em jî jibo piştgiriya wan komkirina 1 milyon îmze kampanya bidin destpêkirin. Em di demek kin de gihiştin armanca xwe û bi dilsoziya gelê me yê Başûrê Kurdistanê me di vê armanca xwe de serkeftin bidest xist. Lewra her çendî ku demek dirêje kampanya bidawî bûye jî lê me xwest di 1’ê Îlonê de encamnameya wê aşkera bikin û di roja Aştiya Cîhanê de bibe wesîleya azadiya Rêber Apo û girtiyên siyasî.”
Piştî axaftina Star ji aliyê endamê komîteya kampanyayê Kawa Nadir ve daxuyaniya çapameniyê hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; “Di çarçova pêngava 5 milyon îmze a jibo azadiya birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên di zîndanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de ku niha jî li welatên cîhanê didome, jibo çareseriya pêvajoya demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, li Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê di konferansa binavê (Felsefeya Birêz Ocalan) a di 18’ê Nîsana 2013’an de biryar hate girtin kû jibo piştgirî dayina pêngava 5 milyon îmze li Herêma Kurdistanê û Iraqê jibo komkirina 1 milyon îmze kampanya were destpêkirin. Gelek partiyên siyasî û rêkxistinên civakî beşdarî kampanyayê bûn gelê bajer, navçe, bajarok û gundên Başûrê Kurdistanê bi keyfxweşî pêşwazî kirin.”
GELEK WEZÎRAN JÎ ÎMZE AVÊTIN
Di daxuyaniyê de hate gotin kU li ser vî bingehî bêyî ku ciyewazî nîşa bikin serokê Herêma Kurdistanê, serokwezîrê Herêmê, serokê Parlementoya Kurdistanê, gelek wezîrên herêmê, parlementerên herêma Kurdistanê, endamên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên siyasî û rewşenbîr û hemû beşên civakê ji bo azadiya Ocalan îmze avêtin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku birêz Ocalan û girtiyên siyasî dikarin vê pêvajoya çareseriya demokratîk a li Bakûrê Kurdistanê ji aliyê Ocalan ve hatiye destpêkirin bigihinîn serkeftinê. Di berdewama daxuyaniyê de bang li raya giştî a cîhanê û saziyên mafê mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin kû jibo azadiya Ocalan û girtiyên siyasî û çareseriya pirsgirêka zextê bixe ser dewleta Tirkiye.
1 MILYON Û 6 HEZAR Û 667 ÎMZE HATIN KOMKIRIN
Li gorî deveran encamnameya kampayaya îmzeyan wihaye; Li Silêmanî 230 hezar, Hewlêr 194 hezar, Binarê Qendîl (devera Bêstûn, Pişder, gundên Binarê Qendîl, navçeya Diyana û Çoman) 174 hezar û 667, Kerkûk 130 hezar, Dihok 100 hezar, Şengal 81 hezar, Germiyan 80 hezar, Bexda 9 hezar, Mûsil 6 hezar îmze hatine komkirin. Bi awayek giştî 1 milyon û 6 hezar û 667 îmze hatine komkirin. Di dawiya daxuyaniyê de komisyona kampanyaya îmzeyan dubare spasiya xwe jibo tevayî gelê Başûrê Kurdistanê û hemû alî û kesên di vê kampanyayê de ked dane kir û serkeftin ji tevgera azadiya gelê Kurd û Kongreya Netewî a Kurd hate xwestin.