Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 2 mîlyon penaberên Iraqî hene
Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 2 mîlyon penaberên Iraqî hene
Li Başûrê Kurdistanê zêdeyî 2 mîlyon penaberên Iraqî hene
Ji ber şer û pevçûnên navxweyî yên piştî dagirkeriya DYA, nêzî 2 mîlyon koçberên Iraqî xwe li Başûrê Kurdistanê girtin. Rayedarên Başûrê Kurdistanê civaka navneteweyî hişyar kirin ku ji ber nebaşiya rewşa ewlekariyê ya li Iraqê dibe ku pêlek nû ya penaberan rû bide.
Berpirsê Têkiliyên Derve yê Herêma Kurdistana Federal Dîndar Zebarî der barê penaberên Iraqî yên xwe li herêma Kurdistanê girtine, bi rayedarên Iraqî, rayedarên Neteweyên Yekbûyî û nûnerên Komîseriya Bilind a Penaberan (UNHCR) re hevdîtin kir.
Dîndar Zebarî ragihand ku Başûrê Kurdistanê deriyê xwe li hemû penaberên ji Iraqê vekiriye û pêwistiyên zarûrî yên penaberan tedarik kirine.
Zebarî der barê hejmara penaberên Iraqî de jî agahî da û anî ziman ku li Başûrê Kurdistanê 37 hezar û 941 malbat bi giştî 2 mîlyon û 8 hezar penaber hene. Zebarî da zanîn ku penaber ji Erebên Sunî, Şîa, Kurd, Tirkmen û Xiristiyanan pêk tê.