Şîrketa petrolê ya Norweçê DNO Internationalê ragihand ku, wana li Başûrê Kurdistanê di bîra kolayîn de petrol dîtine.
Li gorî daxuyaniya ji navenda DNO ya li paytextê Norweçê Osloyê hat dayîn, li Başûrê Kurdistanê ji bîra Fişxabûr petrola bi kalîteya bilind dîtine. Şîrketê diyar kir ku, şîrket mînakan hêjan vedikole û dê di demê pêş de agahiyên berfireh bi raya giştî re parve bike.
DNO’ya ku li Başûrê Kurdistanê beşek mezin ya lêgerînên petrolê pêk aniye, di rojên borî de ragihandibû ku, di hewza Tawkeyê de heya dawî ya sale dê 100 hezar varêlan petrolê derbixin.
Di navbera Bexda û Başûrê Kurdistanê de, di lihevnekirinên îhaleyên petrolê de DNO li gel Hewlêr cih digire û hevkarê wî yê herî meizn jî şîrketa Enerjiya Giştî ya Tirk e.