Li Bazidê di kolandina înşaetê de hestiyên mirovan hatin dîtin
Li Bazidê di kolandina înşaetê de hestiyên mirovan hatin dîtin
Li Bazidê di kolandina înşaetê de hestiyên mirovan hatin dîtin
Li Bazidê, di kolandina înşaetê de hestiyên mirovan hatin dîtin. Ji ber ku ev qad berê weke herêma leşkerî dihat bikaranîn û li hestiyan şopên fîşekan hat dîtin, fikar tên kirin ku gora komî be.
Li navçeya Agirî Bazidê, di kolandina înşaetekê de hestiyên mirovan derketin holê. Ji ber ku qada kolandin lê hat kirin berê ji aliyê leşkeran ve dihat bikaranîn, fikar û guman tên kirin ku goreke komî be. Hat ragihandin ku di hestiyê serî de şopên fîşekan hatine dîtin.
Bi bihîstina bûyerê re, Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy, Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Abbas Yoldaş, Hevserokê BDP'ê yê Agiriyê Halef Keklîk, Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeya Agiriyê Rizaogûllar, Nûnerê TUHAYD-DER Şaxê Baziê Mehmet Bozkûrt, Şaredara Baziê Canan Korkmaz û nivîskar Perwîz Cîhanî hatin cihê bûyerê. Heyetê piştî lêkolîna li cihê bûyerê, daxuyaniyek da.
Hevserokê BDP'ê yê Bazidê Cemîl Rizaoglû li vir peyivî û got, "Berê li vê derê lojmanên leşkerî hebûn. Ev gorên komî, encameke şerê qirêj e. Emê bibin şopdarên vê bûyerê. Agahiyên rast ên gihaştin destê me, emê bi çapemeniyê re parve bikin."
Parlamenterê BDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy jî got, "Hûn li ku devera vê erdnîgarê bikolin, hûnê li hestiyan rast werin.Eger 17 hezar kuştinên kiryar ne diyar li holê hene, hingî hestiyên li vê derê hatine dîtin hin ji wan e. Bila li vê derê ne mirovekî bê nasname ne jî bûyereke kiryar nediyar bimîne. Divê di doza Ergenekonê de, êdî rojhilatê Firatê were dîtin."
Sekna BDP'yî û welatiyan a li cihê bûyerê dewam dike.