Li Bazidê qeza: 6 kesan ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan
Li Bazidê qeza: 6 kesan ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan
Li Bazidê qeza: 6 kesan ji malbatekê jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Agirî Bazîdê li nêzîk gundê Gurbulakê TIR'ek bi plaqeya Îranê li wesayîteke malbateke Kurd qelibî û di encamê de 6 kes ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Duh bi şev li navçeya Agirî Bazîdê li nêzîk gundê Gurbulakê TIR'ek bi plaqeya Îranê li wesayîteke malbatek Kurd qelibî û di encamê de 6 kes ji malbata Eskîn jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku di qezayê de ji malbata Eskîn, jina bi navê Medîne Eskîn, keçên wê Havîna 14 salî, Ronahiya 15 salî, Bêrîvana 11 salî û Leyla ya 9 salî jiyana xwe ji dest dan û Fatma Eskîn a ku 7 salî bû birîndar bû.
Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.