Li Bêdlisê gel li ber goristana gerîla nobedê digire
Li Bêdlisê gel li ber goristana gerîla nobedê digire
Li Bêdlisê gel li ber goristana gerîla nobedê digire
Li gundê Olek ê Bêdlisê, piştî êrîşa li dijî goristana gerîla ya nû dihat çêkirin, gel şev û roj li ber goristanê nobedê digire.
Li gundê Olek ê Bêdlisê, piştî êrîşa şeva 24'ê Tebaxê ya li dijî goristana "Şehîdiya Xerzanê" ku tê de cenazeyê 6 gerîlayên di sala 1993'an de jiyana xwe ji dest dane hene, gel bi awayekî dorveger bi şev û roj nobedê digire.
Bi sedan kesên çûn goristanê, heta bi şev alîkariyê didin xebatên çêkirina goristanê û bi şev jî li dora agir heta sibê li ber goristanê nobedê digirin. BDP, HDP, KESK û rêxistinên civakî yên sivîl bi awayekî dorveger piştgiriyê didin nobedgirtinê.
Ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Bajarê Bêdlisê, wê li navenda bajêr, navçe û gundên wê, bi armanca şermezarkirina êrîşî û banga hişyariyê ya li gel, belavok werin belavkirin.