Li Bedlîsê ji hezarî zêdetir cerdevan dê bên girtin
Li Bedlîsê ji hezarî zêdetir cerdevan dê bên girtin
Li Bedlîsê ji hezarî zêdetir cerdevan dê bên girtin
Di nava rayagiştî de ku daxwazên bila hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re biguherin muzakerayan bilind dibe, hikûmeta AKP’ê ji bo şer razemeniyê didomîne. Hate hînbûn ku li Bedlîsê tê xwestin ku hezar 150 cerdevan bên girtin.
AKP’ê ya ku di demên dawî de gotinên aştiyê li her derê tîne ziman, li Kurdistanê jî din ava hewldanên zêdekirina cerdevanan de ye. tê xwestin ku li seranserê Bedlîsê hezar û 150 cerdevan bên girtin.
Di sala 2012’an de li gorî hejmarên fermî, cerdevanên hejmara 45 hezar û 181 hebe ji meha Gulanê ve 761 lîra mehane, 24 lîra tazmînta operasyon, 76 lîra jî zêde didinê. Li seranserê Bedlîsê bi 3 hezar û 759 cerdevan re piştî Colemêrg, Şirnex, Amed, Wan û Sêrtê bajarê herî zêde xwedî cerdevane. Cerdevanên ku tê xwestin bên girtin piştî pêngavên li qerekolê dê bên hilbijartin û bi girtina hezar û 150 cerdevan dê bibe bajarê herî zêde xwedî cerdevan.
Pergala cerdevaniyê ku ji 1985’an de li 22 bajarî ket meriyetê, ji 1993’an heta niha li 13 bajarên din jî kirin meriyetê û hejmara bajaran kirin 35.
Di 28 salê dawî de dema mirov dinêrin cerdevan di nava bûyerên der qanûnî de cih girtine û ji kuştinê bigirin heta îşkencê, ji revandinê bigire heta kaçaxtiya çekan, ji tecawîzê bigirin heta kaçaxtiya tiryakê di gelek karan de cih girtine.
Ji roja ku ketiye meriyetê heta îro bi awayên cuda ji ber ku tevlî sûc bûne di 10 salên destpêkê de 25 hezar cerdevan ji kar hatin avêtin; ji nîvê cerdevanan zêdetir sûc kirine.
Heri wiha bi wesayîtên zirxî yên dewletê û çekan zext û zordariyê li gel dike û mal û mulkên wan dester dikirin. Ji Koçeran jî pere digirtin.
Serokê BDP’a Bedlîsê Şahîn Çoban ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku, pergala cerdevaniyê ya ku civakê ji hev parçe dike, qut dike û çekan dibin bajaran dê di rojên pêş de rê li ber pirsgirêkên mezin vebikin.
Çoban wiha got: “Li seranserê Bedlîsê dê hezar û 150 cerdevan bên girtin. Ev kesên bên girtin jî hemû li bajaran dijîn. Îkameta wan li gundin lê ew li bajaranin. Bi vî awayî jî dê ev çek êdî çekan bibin bajaran. Ev kesên ku dê dewlet çekan bidin wan dê bibin hêmayeke tehdîdê. Cerdevanên ku bê sînor û bê kontrol hêza xwe bikartînin ji salên 90’ê heta niha di hişê gel de cihê xwe girtine. Tevlî gelek sûcên mezindibin. Em niha din ava fikarê de ne. Em bang dikin ku divê ev pergala cerdevaniyê bi dawî be.”