Li Bedlîsê meşa ji bo zimanê dayikê

Li Bedlîsê meşa ji bo zimanê dayikê

Serokê KURDÎ- DER Haluk Çelebî yê di meşa li Bedlîsê ya bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê hat lidarxistin de axivî, diyar kir boykota dibistanan hişyariyek ji bo hikûmetê ye.

Şaxa Bedlîs  a KURDÎ-DER bi daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê ji avahiya Platforma Şaxên KESK’ê a Bedlîsê heta Ulu Camî meşek li dar xist.

Di meşê de dirûşmayên “Bijî zimanê Kurdî”, “Mafê zimanê dayikê nikare bê astengkirin” hatin gotin. Dovîzên “Bila Kurdî bibe zimanê fermî” hatin hilgirtin. Di meşê de tevî Platforma Şaxên KESK’ê a Bedlîs, KURDÎ-DER, Hevşaredarên Bedlîs û Norşîn ên BDP’yî, Parlamenterê HDP’ê  yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu, rêveberên navçe û bajêr ên BDP û HPD’ê û gelek kes beşdarî meşê bûn.

Serokê KURDÎ-DER Haluk Çelebî yê piştî meşe axivî got ku li Tirkiyeyê  bi milyonan zarokên Kurd bi zimanekî biyanî dest bi perwerdeyê kirine û ev rewşeke derveyî mirovatiyê û şermek e. Çelebî diyar kir ku boykota dibistanan a hefteyekê ji bo desthilatdariyê hişyariyeke, bang li desthilatdariyê kir ku tavilê dest ji polîtikayên asîmîlasyonê berdin.

Parlamenterê HDP’ê  yê Bedlîsê Husamettîn Zenderlîoglu jî piştgirî da boykota dibistanan û wiha axivî: “Ji ber di van dibistanan de ne perwerdeya bi zimanê dayikê perwerdeya bi armanca asîmîlasyonê tê dayîn. Di encama van nirxên ku me ava kirine gelê me dibistanên xwe vedikin û perwerdeya xwe bi rêya mamostayên xwe ava dikin. Ji bo piştgiriya ji van amadekariyan re û lanetkirina polîtîkayên asîmîlasyonê em bang li tevahî gelê xwe dikin da ku tevlî banga me ya boykotê bibin dikin.”