Li Bêgirê meşa ji bo Zimanê dayîkê

Li Bêgirê meşa ji bo Zimanê dayîkê

Di bin pêşengtiya Rêxistina  BDP’a navçeya Bêgirê bi daxwaza  astengiyên li ser zimanê dayîkê bên rakirin meş pêşhat.

Di bin pêşengtiya Rêxistina  BDP’a navçeya Bêgirê  de girseya ku bi daxwaza astengiyên li ser ziman bên rakirin li ber avahiya Navçeyê kombûn û ber bi  kuleya seatê ya li ser rê ya Cumhuriyetê ve  meşîyan.

Di nava meşê de Serokê Şaredariya Bêgirê Îzzet Çelîk û nûnerê  Egîtîm Sen’a Bêgirê Nîhat Sari amadebûn û girseyê di meşê de sloganên, "Bê ziman jiyan nabe", "Zimanê me rumeta me ye" û "Bijî Serok Apo"avêtin.

Piştî meşê li ser navê girseyê Serokê BDP’a navçeya Bêgirê Wahap Arslan axivî û da diyar kirin ku Zimanê dayîkê mafekî xwezayiyê zarokê Kurdane.

Arslan bal kişan li ser nêzîk bûnên ku di xwazin zimanê kurdî bikin 2 saet waneyên hilbijartî û got: “ Rumet, çand û rastiya gelê Kurd 2 seatan bîranîn  mafekî ku mirovan têr bike nîne. Di dibistanan de her sibehe sondê bi zarokan didin xwendin. Bi zorê dana xwedina sondê bi zarokan di xwazin hebûna me vegerîn hebûna Tirkan. Em wek gelê Kurd êdî naxwazin hebûna me bibe qurbana hebûna tû gelê din. Heya ev daxwazên me neyên pêkanîn wê çalakiyên me dewam bike û emê li qada bîn.”

Piştî daxuyaniyê çalekger 5 deqeyan çalekiya rûniştinê pêkanîn.