Li Begirî ji bo Rojava piştgirî û ji bo hukûmetê bangawazî
Li Begirî ji bo Rojava piştgirî û ji bo hukûmetê bangawazî
Li Begirî ji bo Rojava piştgirî û ji bo hukûmetê bangawazî
Rêxistina Navçeya Begirî ya BDP’ê ya Muradiye, Şoreşa Rojava silav kir û bang li hukûmetê kir da ku di çarçoveya "Pêngava Çasreseriya Demokratîk” de gav biavêje.
Li navçeya Begirî ya Wanê, ji aliyê Rêxistina Navçeyê ya BDP’ê di çarçoveya silavkirina Şoreşa Rojava û kampanyaya çalakiyên ji bo "Pêngava Çareseriya Demokratîk" di pêşengiya BDP’ê de tên pêşxistin daxuyaniyeke çapemeniyê da. Ligel gelek kesên ku li ber avahiya partiyê hatin cem hevdu Serokê Rêxistina Begîr ê BDP’ê Vahap Aslan, Şaredar Îzzet Çelîk, Nûnertiya Begîr a Egîtîm Sen û endamên meclîsa şaredariyê heta Caddeya Cumhuriyetê meşiyan.
Li vir ji bo cangoriyên Kurdistan ku deqîqeyek rêz hat girtin. Serokê Navçeya Begîrê yê BDP’ê Vahap Aslan destnîşan kir ku berxwedana Rojava wateyeke girîng daye têkoşîna azadiya Kurdistanê û ji 12’ê Tîrmeha 2012’an ve li Rojava ji bo Kurdan jiyaneke nû şitil daye.
Aslan di berdewama axaftina xwe de bang li hukûmeta AKP’ê kir û wiha got, "Ji bo bersiva ji gavên ku PKK’ê avêtine em daxwaz dikin ku hukûmet jî gav biavêje."