Li Behdîna dengdan ‘bi pirsgirêkan’ destpêkir
Li Behdîna dengdan ‘bi pirsgirêkan’ destpêkir
Li Behdîna dengdan ‘bi pirsgirêkan’ destpêkir
Ji bo hilbijartinên dewreya 4'an ya parlemana Kurdistanê îro serê sibê hilbijartin destpê kirin. Li gelek cihan amêrên elektronîk yên dengdanê kar nakin û astengî ji bo dengdanê derdikevin. Li herêmên Zaxo û Duhok jî hate zanîn ku endamên PDK’ê li ber buroyên hilbijartinan dengdêran di sekinînin û dixwazin berê wan biguherînin.
Hilbijartin saet di 07:30 ’an de dest pê kir. Li gelek navendan amûrên elektronîk yên hilbijartinê kar nakin. Li Zaxo li dibîstanên Ş. Rêber û li Duhokê jî li dibîstana Îbtidaî, li van her dû navendane tu amûr kar nakin.
Her wiha hate zanîn ku li Zaxo û Duhokê endamên PDK’ê li ber derê dibîstanên ku deng lê têne dayîn rawestane û qartên partiya xwe didin gel û jiwan dixwazin ku dengê xwe bidin lîsta PDK’ê.