Li Behdînanê dengdan di bin gefa hêzên asayîşê de dewam dike
Li Behdînanê dengdan di bin gefa hêzên asayîşê de dewam dike
Li Behdînanê dengdan di bin gefa hêzên asayîşê de dewam dike
Li herêma Behdînanê, hêzên asayîş û pêşmergeyên dengê xwe bikar tînin gefê li wezîfedarên sindoqan dixun û tê gotin ku gelek sindoq desteser kirine.
Li qada Masîka ya Duhokê, hêzên asayîşê yên ji bo dengê xwe bikar bînin çûn dibistana Zîfrîn, gefa mirinê li wezîfedarên sindoqan xwarin. Li dibistana Zîfrîn ku hêzên asayîşê bi çekên xwe dikevin hundir, beşek ji sindoqan dixebitin beşek ji wan jî bi sedema cîhazên elektronîk xerabe ne, naxebite. Ev yek dengdaran dixe nava fikaran.
Her weha li dibistanên Cigerxwîn, Peşewa û Lîseya Duhokê (îdadiye), ji ber hemû cîhazên elektronîk ên dengdanê xerabe ne, deng nikare bên bikaranîn.
Hat ragihandin ku hemû cîhazên elektronîk ên li qadên hilbijartinê yên Batûfayê jî xerabe ne û li ber dibistana Ciwan jî hêzên PDK'ê belgeyên bi agahiyên parlamenterên xwe belav dikin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku li Amediyeyê jî sûbayek li ber deriyê navendê sekiniye gefê li hilbijêran dixwe ku dengê xwe bidin hejmara 127 (lîsteya tevgera Asûriyan) û 4'an ku bi nêzîbûna xwe ya ji PDK'ê re tê zanîn. Tê gotin, li vê derê ji piraniya cîhazên hilbijartinê xerabe ne û bi tenê yek tê bikaranîn.
Heman astengî û pirsgirêk li qada Kasrok a Akrê jî xwe dide der. Hat ragihandin ku hêzên asayîşê bi çekan dikevin hundirê qada hilbijartinê û gefê li çavdêrên Goran, Yekgirtû, PÇDK û YNK'ê dixwun.
Li Herêma Kurdistana Federal, du roj beriya hilbijartinên parlamentê yên 21'ê Îlonê, hêzên ewlekariyê çûn ser sindoqan.