Li bejahiya Agirî tevgera yekîneyên nepenî
Li bejahiya Agirî tevgera yekîneyên nepenî
Li bejahiya Agirî tevgera yekîneyên nepenî
Hat ragihandin, li bejahiya Agiriyê yekîneyên nepenî yên artêşa Tirk di nava tevgerê de ne. Tevgera leşkerî ya di navbera Bazîdaxa û Bazîdê de dewam dikin.
Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, ji 29'ê Tebaxê û vir ve li qadên Rebena, Buruka û Dera Kentê yekîneyên nepenî yên artêşa Tirk di nava tevgerê de ne. Hat ragihandin ku li herêma mijara gotinê tevger û xebatên yekîneyên kontra zêde bûne.
Di vê naberê de liv û tevgera leşkerî ya li derdora Kiressariksu ya navçeya Wan Bazîdaxayê jî dewam dike.
Piştî firînên keşfê yên 29'ê Tebaxê li qada navbera navçeya Agirî Bazîd û navçeya Wan Bazîdaxayê, hejmareke zêde leşker û maşînên leşkerî hatibûn veguhastin.