Li bejahiya Xozad-Çemîşgezekê operasyon
Li bejahiya Xozad-Çemîşgezekê operasyon
Li bejahiya Xozad-Çemîşgezekê operasyon
HPG'ê da xuyakirin ku operasyona roja 13'ê Tebaxê li bejahiya navçeyên Dêrsim Xozad û Çemîşgezekê destpê kir, bi yekîneyên veşartî dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê de daxuyaniyek da û diyar kir ku artêşa Tirk roja 13'ê Tebaxê li qadên Xidirdami û Mala Xwudê ya navçeyên Dêrsim Xozad û Çemîşgezekê, dest bi operasyonê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku operasyon ji 19'ê Tebaxê û vir ve bi yekîneyên veşartî li herêmê dewam dike û tevgera li herêmê her heye.
HPG'ê her weha diyar kir ku balafirên şer ên artêşa Tirk li qada Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di navbera saet 11.00-12.00 ji nizm firiyane.