Li bajarê Belçîka Malinesê ji bo bîranîna Cihûyên ku di Şerê Duwemîn ê Cîhanê de hatin qetilkirin muzeyek hate vekirin.
Muze bi ji nû ve avakirina Qişleya Dossin a ku di dema qirkirinê de 25 hezar Cihû û Roman li hatibûn komkirin hate vekirin.
Xebata projeya muzeyê ya li bajarê Malines a li herêma Flamanê ji sala 2001 ve berdewam dike û roja şemiyê bi vekirineke fermî pêk hat.
Li vê muzeya ku berê tenê diyarî Cihûyan hatibû kirin, dê dîmen û wêneyên Romanên hatin qetilkirin, bi komî hatin sirgunkirin û înfazkirin, bên bicihkirin.
Di muzeyê de dê bi berheman were nîşandan ka wê demê mirovên Belçîkayê di dema qirkirinê de çawa hevkariya Naziyan kirine û beşa din a civaka Belçîka çawa li ber xwe daye, bên nasandin.
Di Şerê Duwemîn ê Cîhanê de 25 hezar Cihû derdora 350 Roman li komên berhevkirinê yên li Belçîkayê de hatin bicihkirin û piştre anîn qişleya bi navê Kazerne Dossinê. Ji van kesan tenê 1300 kes sax man.
Beriya şerê cîhanê derdora 65 hezar Cihû li Belçîkayê dijiyan. Ji sedî 60 zêdetirê vê şêniyê li hatin qirkirin. Li gorî lêkolîna sala borî ji aliyê Senatoya Belçîkayê ve hate aşkerekirin di dema şer de beşek mezin a polîs, daraz, dêr û rêveberiyên herêmî yên Belçîkayê hevkariya Naziyan kirin û rê li ber radestkirina Cihûyan kiribûn.