Li Belfastê şerê Katokîk-Protestanan, 56 polîs birîndar

Li Belfastê şerê Katokîk-Protestanan, 56 polîs birîndar

Li paytexta Îrlandaya Bakûr Belfastê rojên yekşem û duşemê di navbera Proteston û Katolîkan de pevçûn rû dan û di encamê de herî kêm 56 polîsên Îrlandaya Bakûr birîndar bûn.

Pevçûnên şeva yeşkemê dest pê kirin heta êvara duşemê jî berdewma kirin. Polîsan bi ava şid û guleyên plastîk dest li pevçûnan di navbera her du aliyan de werda. Xwepêşandêrên li bakûrê paytext Belfastê bi molotof kokteyl, kevir û tûglayan bersiv da polîsan.

Endamek ê civaka Protestan bi hespê pêşbaziyê bi ser polîsan de çû, di encamê de 3 polîs birîndar bûn. Di bûyeran de 9 polîs birîndar bûn.

Pevçûnên di navbera Protestanên dixwazin Îrlandaya Bakûrê girêdayî Qiraliyeta Mezin bimîne û Kotalolîkan de, di dema merasimekê de dest pê kir. Di encama pevçûnên şeva yekşemê de jî herî kêm 47 polîs birîndar bibûn.

Di 10’ê Nîsana 1998’ê de bi Peymana Îna Pîroz, şerê 30 salan ê li Îrlandaya Bakûr hatibû bidawîkirin. Lê heta niha jî di navbera Protestan û Katolîkên li Belfastê de pevçûn rû didin û ji hev cûda ne.