Li ber avahiya AKP’ê ya Wanê Erdogan hate protesto kirin

Li ber avahiya AKP’ê ya Wanê Erdogan hate protesto kirin

Serdana Serokwezîrê Tirk Erdogan ya Wanê biprotestoyan didome. Erdoganê piştî mitînga Beşyolê çû avahiya AKP’ê ya Bajar, ji aliyê komek ya dibêjin ew mexdûrên Îş-Kur û TOKÎ’ne ve hate protesto kirin.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan, cara yekem dema hate balefirgehê ji aliyê 3 kesan ve hate protesto kirin û piştî mitînga Erdogan ya li Beşyolê jî li ber avahiya AKP’a Bajar jî hate protesto kirin.

Komekê gotin ew mexdûrên Îş-Kur û TOKÎ’ne û Erdogan protesto kirin, her wiha bi benda polîsan hatin astengkirin. Balkêş bû di dema protestokirinê de hinek AKP’yiyan got, ‘Tirkiye bi te ser bilinde’ hewildan protestovanan asteng bikin.

Komê bi çepik û fîtikan Erdogan protestokirin û ji ber avahiya AKP’ê veqetiyan.