Li ber avahiya YNK êrîşa bombeyî

Li ber avahiya YNK êrîşa bombeyî

Li ber avahiya YNK’ ê ya li Nînovayê teqînekê rû da û di encama teqînê de kesek mir û 7 kes jî birîndar bûn.

Li bejahiya herêma Nînova ya ser bi Mûsilê ve li ber avaiya Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) di wesayîtekî park kirî de teqînê rû da. Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 7 kes jî birîndar bûn.

Ji rêvebirên YNK’ê Şêx Giyas da diyarkirin ku, teqîn di wesayîta ku li ber avahiyê park kirî de pêkhat. Di encama teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da û 7 kes ji birîndar bûna.

Her wiha Giyas ragihand ku, ji birîndarên ku rakirine nexweşxanê rewşa du kesan di xeteriyê de ye û her wiha zirarek mezin gihaye avahiyê.