‘Li ber çavên her kesî kurê min birin…’
‘Li ber çavên her kesî kurê min birin…’
‘Li ber çavên her kesî kurê min birin…’
Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê, di çarçoveya çalakiya heftane ya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" de vê hefteyê windakirina welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Maltu hate vegotin û li aqubeta wî hat pirsîn. Di çalakiyê de binpêkirina mafan ya girtîgehan, operasyonê leşkerî, girtin û binçavkirin hate şermezarkirin.
Weke her hefteyê li Êlihê, Rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" li Kolana Gulîstanê berdewam kirin. Di çalekiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin kiryarên wan bên darizandin” hat vekirin û malbat û xizmên windahiyan wêneyê kesên wenda hildan. Di çalakiyê de malbat û xizmên windayan, rêveber û endamê ÎHD, rêveberên BDP, KURDÎ-DER, MEYA-DER, KESK, Însiyatîfa Dayîkên Aşîtiyê, endamê meclîsa şaredarî û meclîsa giştî ya bajêr û gelek kes amade bûn. Balkêş bû ku dayîka winda Maltu ji ber nexweş û kaliyê nikaribû tevlî çalakiyê bibe, xwişka Mehmet Şirin Maltu Altun Bîçîcî tevlî çalekiyê bû.
Li ser navê ÎHD û malbatên windayan rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê Ilyas Êkîncî daxuyanî xwend. Ekîncî diyar kir ku, ew wek her hefteyê bi dirûşma “Bila winda bên dîtina û kiryarên wan bên darizandin” çalakî û rêzeçalekiyê wan di hefteya 210’mîn de berdewam dike. Ekîncî da zanîn ku, di navbera salên 1990 û 1995’an de li Êlihê cinayetên kiryarên ne diyar mohra xwe li bin qetilkirin mirovên windakirî da û got ew parvekirina çîroka windakirin û jiyana wan kesan di domînin.
‘ÇIMA DEWLAT JI BO KURÊ MIN DAXUYANIKE BERBIÇAV NAKE?’
Ekîncî anî ziman ku, dê ew vê hefteyê çîroka windabûna welatiyê bi navê Mehmet Şîrîn Maltu yê 18 salî ku di sala 1995’an de hatiye windakirin, dê li gorî dayîka Maltu, Sebriye Maltu ku çîroka kurê xwe ji wan re gotiye bidin parvekirin. Ekîncî çîroka ku dayîk Maltu ji wan re aniye ziman wiha vegot: “Em li mezreya Zêdya ya gundê Narikiyê ya navçeya Hezoya Êlihê rûdiniştin. Di dîroka 10.02.1995’an de di demjimêrên şevê de ekîba ku ji leşker, tîmên taybet û cerdevanan pêk dihat, li gel panzêran di ser mala me de operasyon pêk anîn û kurê min Mehmet Şîrîn xistin binçavan. Di heman rojê de kurê min birin Qereqola Jendermeyan ya Bajarokê Kaniyahenê. Roj pişt ez jî li pey kurê xwe ketin û ji bo aqubeta wî bi pirsim ez çûm qereqolê. Li qereqolê agahiya ku kurê min ne li wire dan min. Li qereqolê leşkeran henekê xwe bi min kirin. Tu deriyê me lê nexistiye û tu cih nemaye ku em çûnê. Lê heta niha min tu agahî ji kurê xwe wernegirtiye. Ez wek dayîkek bi êş û çav bi rondik di pirsim. Kurê min Mehmet Şîrîn Maltu bi awayekî aşkere û vekirî birin û winda kirin. Li gel vê birina wî ya aşkere jî, lê heta niha di derbarê aqubeta kurê min de dewletê tu gavên ber bi çav ne avêtiye û çima daxuyanike şênber nake?”
‘PÊKANÎNÊN GIRTÎGEHAN RÛMET ŞIKANDINE’
Ekîncî destnîşan kir ku, li gel pêvajoya li Îmraliyê hatiye destpêkirin jî operayonê leşkerî derketine asta jor û got her roj furyaya girtin û binçavkirin bê hesabe. Ekîncî anî ziman ku, ji ber balefirên şer gelek herêman bomberan dike ew bi gûman in ji van êrîşan. Ekîncî bal kişan ser binpêkirina mafan a girtîgehan û got ew wan binpêkirina wek rûmet şikandinê û wek pêkanînên li dijî serdema hemdem di nirxînin.
Piştî daxuyaniyê çalekî bi rûniştina 5 deqîqeyan bi dawî bû.