Li ber topbaranê agirê Newrozê pêxistin
Li ber topbaranê agirê Newrozê pêxistin
Li ber topbaranê agirê Newrozê pêxistin
Li Helebê tevî toparanên hêzên Rêjîma Bass jî welatiyên kurd bi tevlîbûna jin, ciwan, kal û pîran re Cejna Newrozê pîroz kir. Bi sedan kesên ku cihên cuda hatin cem hev agir pê xistin û govend gêrandin. Jinan jî bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ziyaret kirin û cejna wan pîroz kir. Dayîkan jî li rêwiyan gul belav kirin.
Îro di saetên serê sibehê de bi dehan jinên kurd ên ku cilên netewî lixwe kiribûn, çûn serdana bendên kontrolê yên Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Jinên ku bi rengên kesk, sor û zer xwe xemilandibûn, bi şervanên YPG"ê re govend gerandin û siloganên Newrozê berz kirin.
Li aliyê din bi dehan jin, endamên Meclisa Gel a Helebê û Dayikên Aşîtiyê di saetên nîvro de çûn serdana Saziya Malbatên Şehêdan a li Şêxmeqsûd Xerbî û piştî Newroza endamên saziyê pîroz kirin, berê xwe dan "malbatên şehîdan" û Newroza wan pîroz kirin.
Tevî topbarana hêzên rêjîma Bassê jî li Taxa Şêxmeqsû jinên kurd tevî zarok û welatiyan govend gerandin û stran gotin. Karmendên nexweşxaneyê jî li ber deriyê nexweşxaneyê ji bo pîrozkirna Newrozê govend gerandin.
Hêzên YPG"ê û asayişê ku herêmê diparêzin, li ser bendên xwe yên kontrolê Newroz pîroz kir û govend gerandin. Her wiha endamên YPG ê li welatiyan gul belav kirin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger jî li Taxa Şêxmeqsut bi beşdariya sedan kesî agir pêxistin û govend gêrandin. Di şahiyê de daxuyani Ciwanên Şoreşger hate xwendin û hate gotin tevî hemû şertên zehmet jî li Helebê Newroz tê pîrozkirin û ev jî bersivek li dijî hemû hêzên dixwazin mafên kurdan bixwin.