Li Berlîn, Hannover û Bremenê çalakiyên ji bo Rojava
Li Berlîn, Hannover û Bremenê çalakiyên ji bo Rojava
Li Berlîn, Hannover û Bremenê çalakiyên ji bo Rojava
Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanyayê dijîn, ji bo piştgirîdayîna şoreşa Rojava û şermezarkirina êrîşên li dijî Kurdan, xwepêşandanên xwe dewam dikin. Bi vê armancê li bajarên Berlîn, Hannover û Bremenê meş û mîtîng hatin lidarxistin.
Xwepêşandanên Kurdên li Elmanyayê dijîn ên ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyan ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê, dewam dikin. Meş û mîtîngên bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) û Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatin lidarxistin, ji Platforma Yekitiya Hêzê ya Demokratîk û komên çep ên Elman piştgirî dîtin.
Xwepêşandanên girseyî yên duh li bajarên Elmanya Berlîn, Hannover, Bremenê hatin lidarxistin bi vî rengî bûn:
BERLÎN: Meşa ku ji aliyê Platforma Organîzasyonan û saziyên Kurd ên bi Piştgiriya Rojava re hat lidarxistin, piştî nîvro ji qada Hermanplatzê destpê kir. Tevî saziyên Kurd, MLDP, ATÎF, DÎDÎF, Platforma Her Der Taksîm, Her Der Berxwedan a Berlînê, piştgirî dan çalakiyê.
Nêzî 2 hezar kes beşdarî meşê bûn û balkêş bû ku polîsên Elman hewl dan dirûşmên "Bijî Serok Apo" asteng bikin. Lê belê girseyê, bi hîn bêtir dirûşman bersiv da destwerdana polîsan. Di meşê de piştgirî ji Şoreşa Rojava de hat dayîn û li hemberî destwerdana DYE ya li Sûriyê jî nerazîbûn hat nîşandan. Meş li qada Oranîenplatzê bi mîtîngekê bi dawî bû.
HANNOVER: Meşa ji Kurdistanên li Salzgitter, Peine, Hildesheim û Kasselê, li qada Steintor destpê kir. Meş li gel pitşgiriya Platforma Organîzasyonan û saziyên Kurd ên bi Piştgiriya Rojava re, bi beşdariy nêzî hezar kesî pêk hat. Di meşê de peyam hat dayîn ku Rojava ne bi tenê ye. Meş bi mîtîngeke li qada Steintor bi dawî bû.
BREMEN: Meşê ji gara trenê ya navendî destpê kir û tevî Platforma Organîzasyonan û Saziyên Kurd ên bi Piştgiriya Rojava re, Yekitiya Hêzê ya Demokratîk û komên çep ên Elman jî piştgirî dan. Nêzî 600 beşdarên meşê tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî Berxwedana YPG" qîriyan. Meş bi mîtînga li ber Meclîsa Eyaletê ya Bremenê bi dawî bû.