Li Berlîn û Hannoverê mîtîngên ji bo Rojava
Li Berlîn û Hannoverê mîtîngên ji bo Rojava
Li Berlîn û Hannoverê mîtîngên ji bo Rojava
Li bajarên Elmanya Berlîn û Hannoverê, ji bo şermezarkirina komkujiyên li Kurdên li Rojava tên kirin û destekdayîna şoreşa gel a li Rojava, xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanên girseyî de banga "Li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin" hat kirin.
Li paytexta Elmanya Berlînê, ji qada Oranîentplatzê duh meşekê destpê kir. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Berlînê ve hat organîzekirin, bi beşdariya zêdeyî 500 kesan pêk hat. Di meşê de pankartên bi nivîsa "Em şoreşa Rojava silav dvikin!", "Ey şehîd soza te soza me ye" hatin vekirin û alên PYD û YPG'ê hatin hilgirtin.
Di meşa ber bi qada navdar Alexanderplatzê de timî dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijî Piştevaniya Şoreşger", "Bijî Serok Apo" û "Bijî YPG" hatin qîrîn. Di daxuyaniyên dema meşê de hat destnîşankirin ku şoreşa Rojava rêya herî rast a çareseriya demokratîk al i Sûriyê ye.
Hat ragihandin ku bi armanca pêşîgirtina li şoreşê çeteyên ser bi El Qaîde û Artêşa Azad li dijî gel komkujiyan didin û ev bang hat kirin: "Em DYE û welatên Yekitiya Ewropa yên li pêşberî komkujiyên li hemberî gelê Kurd bêdeng dimînin û dewleta Tirk a polîtîkaya durû dimeşîne, şermezar dikin. Em bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên mafên mirovan dikin, ku tavilê alîkariya însanî bidin Kurdên li Rojava." Meş bi mîtînga li Alexanderplatzê bi dawî bû.
LI HANNOVERÊ MÎTÎNGA PROTESTOYÎ
Duh piştî nîvro, li navenda bajarê Hannoverê bi armanca kifşkirina alîkariya Tirkiyê ya ji bo çeteyên li Rojava komkujiyan dikin û ji bo destekdayîna şoreşa Rojava mîtîngek hat lidarxistin. Di mîtîngê de li gel Kurdistaniyên li Hannoverê, ji bajarên Hîldesheîm, Salzgîtter û Peîne'yê gelek Kurdistanî beşdar bûn.
Di mîtîngê de rêveberên YEK-KOM'ê Yilmaz Kaba û M. Emîn Sevîm û Nûnerê PYD'ê yê Nîedersachsenê Yaser Alp axaftin kirin û destnîşan kirin ku Rojava bêxwedî nîne. Seroka Komeleya Kurd a Hannoverê Seher Nêrgiz jî belavoka YEK-KOM'ê ya li ser Rojava xwend.
Di mîtîngê de wêneyên şervanên YPG'ê yên di dema berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest dan, alên PYD û wêneyên Rêberê Gelê Kurd abdullah Ocalan hatin hilgirtin. Her weiha pankarta bi nivîsa "El Qaîde bi piştgiriya dewleta Tirk li Rojava komkujiyê dike" hat vekirin.
Di mîtîngê de helwesta provokatîf a polîsên Hannoverê jî bal kişand. Di navbera polîsê ku dixwest wêneyan bikşînin û rêveberê YEK-KOM'ê de nîqaş derket. Mîtîng bi dirûşmên "Bijî Berxwedana YPG'ê" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.