Li Berlînê şeva piştigirya bi Rojava re
Li Berlînê şeva piştigirya bi Rojava re
Li Berlînê şeva piştigirya bi Rojava re
Li paytexta Elmanya Berlînê, bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava, şevek hat lidarxistin. Hevserokê PYD'ê Salih Muslim li vê derê axivî û banga "Gelê Rojava bi tenê nehêlin" li çar parçeyên Kurdistanê kir.
Li paytexta Elmanya Berlînê, Kurdistanî û dostên wan, duh bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava hatin cem hev. Şeva piştgiriyê ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Kurd li Elmanyayê (YEK-KOM) ve hat organîzekirin û girseyeke qelebalix beşdar bû.
Di çalakiyê de Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, Hevserokê YEK-KOM'ê Yuksel Koç û Parlamenterê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî axaftin kirin. Di peyamên li şevê hat dayîn de, êrîş û komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin û banga hişyariyê li raya giştî ya Kurd û Elman hat kirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim banga "Gelê Rojava bi tenê nehêlin" li Kurdên li çar parçeyên kurdistanê kir. Çalakî bi stranên Xelîl Xemgîn, Kawa û Bengî Agirî bi dawî bû.
Di vê navberê de wê roja 7'ê Îlonê li Berlînê ji bo gelê Rojava meş û mîtîngek bê lidarxistin. Meş wê saet di 13.00 de li qada Hermanplatzê destpê bike.
LI KASSELÊ PÎROZBAHIYA 15'Ê TEBAXÊ
Li Komeleya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Kasselê jî, bi wesîleya 29. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê pîrozbahiyek hat lidarxistin. Pîrozbahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpêkir, heta êvarê bi muzîkê dewam kir.
Wekî din, bi armanca balkişandina ser rewşa li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Hildesheimê dezgeha agahdarkirinê hat danîn. Li dezgehê behsa komkujî û êrîşên li dijî gelê Rojava hatkirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên Kurd ên siyasî, îmze hatin berhevkirin.