Li Bern û Hannoverê çalakiya "em edaletê dixwazin"

Li Bern û Hannoverê çalakiya "em edaletê dixwazin"

Li Bern û Hannoverê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîê li ber sefaretxaneyên Fransayê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin.

Bi armanca eşkerekirina kujerên yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez, li bajarê Swîsre Bernê li ber konsolosa Fransayê çalakiya "em edaletê dixwazin" hat lidarxistin. 

Çalakiya li Bernê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Mizgîn hat lidarxistin û wêneyên her sê şoreşgerên jin ên Kurd hatin hildan.

Li ser navê Komîsyona Dayikên Aştiyê ya Meclîsa Jinê ya Mizgîn, di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat destnîşankirin ku, li gel di ser komkujiyê de meh derbas bûne jî hînê daxuyaniyek nehatiye dayîn û ev yek hewldana jibîrkirina komkujiyê ye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku eger ev rewş weha dewam bike, wê gumanên gelê Kurd zêdetir bibin û hat ragihandin ku heta bûyer ronî bibe, ewê çalakiyên xwe dewam bikin.

LI HANNOVERÊ JINÊN KURD LI ÇALAKIYÊ BÛN

Li aliyê din ve, li ber konsolosa Fransaye ya li bajarê Elmanya Hannoverê, bi armanca ronîkirina komkujiya Parîsê çalakiyek hat lidarxistin.

Di axaftinên li çalakiyê de bal hat kişandin şerê şeê li Rojava û berxwedana gelê Kurd hat destnîşankirin. Her weha ji bo meşa 7'ê Gulanê ya li Hannoverê banga tevlêbûnê hat kirin.

Di çalakiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî yên kurd, îmze hatin berhevkirin.