Li Berwarî, bîrdariya gerîla bi merasîmekê hat vekirin
Li Berwarî, bîrdariya gerîla bi merasîmekê hat vekirin
Li Berwarî, bîrdariya gerîla bi merasîmekê hat vekirin
Li navçeya Sêrt Berwariyê, bîrdariya gerîla ya li quntarên Çiyayê Hereqolê, duh êvarê bi beşdariya malbatên gerîla bi merasîmekê hat vekirin. Lê belê Walîtiya Sêrtê serdan qedexe kir.
Ji bo gerîlayên Kurd ên di demên cûda de di şer de jiyana xwe ji dest dane, li quntarên Çiyayê Hereqolê yê navçeya Sêrt Berwariyê, êvara 9'ê Tebaxê bîrdariya 'şehîdan' bi merasîmekê hat vekirin.
Çavkaniyên herêmî dan xuyakirin ku bîrdarî li Zozanê Çemê Karê yê li quntarên Çiyayê Hereqolê ji bo gerîlayên di demên cûda de jiyana xwe ji dest dane, hatiye çêkirin. Merasîm bi beşdariya hejmareke zêde malbatên gerîla û fîşekên hewayî hat vekirin. Li dû vekirinê, bîrdarî ji serdanê re hat vekirin.
Di vê navberê de, dihat payîn îro bi awayekî girseyî bîrdarî were ziyaretkirin lê belê li qedexeya Walîtiyê rast hat. Polîs û leşkerên Tirk, li ser rêya derktina ji Sêrt-Berwarî, rêveqetîna Norşînê û rêveqetîna Hertivina ya Berwariyê nuqteyên kontrolê danîne û destûr nadin girseya gel biçe serdana bîrdariyê.
Malbatên gerîlayên Kurd ên ji bo zarokên wan bîrdarî hat vekirin, ji êvara Înê û vir ve li Hertivina tên rawestandin û nahêlin derbas bibin. Komîsyona Şopandinê ya Sêrtê îro danê sibê ji bo lêkolînan bike ket ser rêya Zozanê Çemê Karê.