Li Berwariyê serdegirtina şantiye
Li Berwariyê serdegirtina şantiye
Li Berwariyê serdegirtina şantiye
Li navçeya Sêrt Berwariyê, komeke ku tê îdîakirin gerîlayên HPG'ê ne duh bi şev avêt ser înşaeta Qereqola Jendermeyan a nû. Qada înşaetê bi bombeyan hat rûxandin û hat gotin ku komê 4 karker bi xwe re biriye.
Li gundê Belenolûk ê navçeya Berwariyê, duh bi şev saet li dora 21.00 komekê avêt ser înşaeta qereqola jendermeyan û karkerên li înşaetê dixebitin bêbandor hişt. Gerîlayan teqemeniyên li gel xwe, li cihên cuda yên înşaetê bicih kirin û teqandin. Hat ragihandin ku di encama teqînê de beşeke mezin a avahiya qereqolê ya dihat çêkirin, xera bû. Komê dûre 4 karkerên li înşaeta qereqolê dixebitîn li gel xwe bir û ji cihê bûyerê çû.