Li Besta operasyon

Li Besta operasyon

Artêşa Tirk, roja 10'ê Îlonê li herêmên Şehrîvan, Kaniya Kaymakam, Pira Rû Sor û Gundê Mila Kirê yên Bestayê, bi desteka balafiran derket operasyonê.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku artêşa Tirk li Bestayê derketiye operasyonê, li herêma Çekeman a Agiriyê xwestiye keşfê bike û li ser bersivdayîna hêzên gerîla, helîkopter ji herêmê derketiye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:

"Di 10'ê Îlonê saet di 22:00 de, artê TC a dagirker li herêmên Şehrîvan, Kaniya Kaymakam, Pira Rû Sor û Gundê Mila Kirê yên Bestayê, bi desteka balafirên bêmirov derketiye operasyonê. Operasyon heta niha dewam dike.

Di 10'ê Îlonê saet di navbera 11:00 û 12:00 de helîkptereke bi tîpa Skorsky ya artêşa TC a dagirker xwestiye li ser herêma Çekaman a Agiriyê bigire, li ser bersivdayîna hêzên me yên gerîla, ev helîkopter ji herêmê hatiye derxistin."