Li Besta Sûsa civîna gel
Li Besta Sûsa civîna gel
Li Besta Sûsa civîna gel
Li gundê Besta Sûs a Dêrika Hemko Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) bi armanca nirxandina rewşa dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê heye û geşedanên dawî civîna gel lidarxist.
Li Gundê Besta Sûs a Dêrika hemko TEV-DEM'ê bi armanca nirxandina rewşa dawî li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê, bîranîna kesên ku di nava tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane û şermezarkirina salvegera komploya 15'ê sibatê civîna gel li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Endama Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Mêlîtan Efrînî axivî û da zanîn ku hinek aliyên kurd hene, ji ber rewşa zehmet a aborî dest bi kedxwariyê kirne û ji bo berjewendiyên xwe kesna bi pera didin xebitandin û wan wek leşkerên didin bikaranîn.
Efrîn di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku destkeftiyên neha li Rojavayê Kurdistanê tên jiyandan bi xebat û felsefeya rêberê gelê kurd Ocalan hatiye bidestxistin, ji ber wê gerek geleê kurd li ser riya berxwedana Ocalan li ber xwe bidin.
Piştre Endamê Konseya rêvebir a TEV-DEM'ê Kenan Berekat axivî û da zanîn ku planên li dijî gelê kurd hatine lidarxistn hîn didomin û nîşana herî nêz ji dewama planan êrîşên dawî yê li ser gelê Serêkaniyê û taxên Helebê yên kurdan e.
Her wiha Berekat rola Yekîneyên Parastina Gel (YPG)bi hemû endamên xwe pesinand. Di berdewamiya axaftina xwe de Berekat bang li gelê Rojavayê Kurdistanê kir ku Desteya Bilind a Kurd destek bike û bi wan re alîkar be ji bo ku gelê kurd karibe mafên xwe yê rewa bi dest bixe. Di dawiya civînê de bersiva pirsên beşdaran hatin dayin.