Li Besta û Geverê tevgera helîkopteran
Li Besta û Geverê tevgera helîkopteran
Li Besta û Geverê tevgera helîkopteran
Li Şirnexê serê sibê ber bi Herêma Bestayê ve gelek helîopteran firiyan. Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî gelek helîkopter ber bi navçeya Şemzînan ve çûn.
Li gorî agahiyan, serê sibê ji 23'yemîn Fermandariya Tumena Cendirmeyan a Şirnexê gelek helîkopter rabûn û ber bi herêma Bestayê ve firiyan. Nehate zanîn ku li herêmê operasyon heya an na. Piştî demekê helîkopter vergiyan baregehên xwe.
LI GEVERÊ TEVGERA HEWAYÎ
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê jî serê sibê ji 34'emîn Fermandariya Sînor a Geverê gelek helîkopter rabûn û ber bi navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve çûn. Hate zanîn ku helîkopteran leşker û melzem ji sînor re birin. Tevgera hewayî berdewam dike.