Li Besta veguhastina leşkerî, li Xakurkê gera balafirên keşfê
Li Besta veguhastina leşkerî, li Xakurkê gera balafirên keşfê
Li Besta veguhastina leşkerî, li Xakurkê gera balafirên keşfê
Artêşa Tirk li herêma Cûdî ya Botanê û Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bi balafiran keşif kir, li herêma Besta ya Botanê jî leşkera veguhast qereqola Navyana Şêxan. Gerîlayan jî li navçeya Sêrt Dihê, du qemyonên ji bo înşaeta qereqola girê Tirya dixebitîn, şewitandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandin ku di 14'ê Îlonê (îro) saet di navbera 02:00 û 07:30 de balafirên bêmirov ên artêşa Tirk li ser herêma Xakurê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê geriyane û keşif kirine. Hat ragihandin ku di 13'ê Îlonê saet di navbera 09:00 - 10:00 de li herêma Zapê jî balafirên keşfê geriyane.
LI CÛDÎ TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di nava du rojên dawî de balafirên bê mirov ên artêşa TC a dagirker, di navbera saet 19:00 û 04:00 ê sibehê de li herêma Cûdî ya Botanê geriyane" û hat destnîşankirin ku li navçeya Sêrt Dihê, du qemyonên ji bo înşaeta qereqola girê Tirya dixebitîn, ji aliyê hêzên gerîla ve hatine şewitandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma Besta ya Botanê, ji bo qereqola Navyana Şêxan hejmarek zêde ya leşkeran hatiye veguhastin.