Li Bestayê amadekariyên operasyonekî berfireh
Li Bestayê amadekariyên operasyonekî berfireh
Li Bestayê amadekariyên operasyonekî berfireh
Hate ragihandin ku, artêşa Tirk li bejahiya herêma gundê Avyan yê girêdayî herêma Bestaya Şirnexê amadekariyekî operasyonekî berfireh ya leşkerî dike.
Li Şirnexa ku ev bi rojane liv û tevgera hewayî lê çêdibe, li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine girtin, artêşa Tirk li dijî herêma gundê Avyan û herêma Bestayê amadekariyên operasyonekî berfireh dike. Operasyona dixwaze pêkbînin ji Tabûra Mîllî, Tûgaya Çakirsogut û 23’mîn Fermandariya Tumena Sînor ya Cendirmeyan leşker tevlî dibin, her wiha hate hînbûn ku cerdevan jî tevlî operasyonê dibin û veguhestina ber bi sînor ve berdewam bike.