Li Bexdayê dîsa bombe teqiyan

Li Bexdayê dîsa bombe teqiyan

Di encama bombeyên li taxên cûda yên paytexta Iraq Bexdayê hatin teqandin de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî agahiyên Wezareta Navxweyî û çavkaniyên tenduristiyê dane, li taxa Şûla ya li bakûrê paytext Bexdayê, di êrişa bombeyî ya bi wesayîtê hat lidarxistin de herî kêm 4 an jî 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 14 kes jî birîndar bûn.

Her wiha, li taxên Yarmûk, Xezeliye û Ezemiye yên li rojava û taxa Dora ya li başûrê Bexdayê 4 teqnînên di encama bombeyên li wesayîtan hatibûn barkirin de pêk hatin.

Li gorî saetên herêmî, di navbera 08.00 û 09.00 ev teqîn pêk hatin. Li gorî Wezareta Navxweyî ya Iraqê di teqînan de 7 kes jiyana xwe ji dest dan û 37 kes birîndar bûn. Çavkaniyên tenduristiyê jî dan diyarkirin ku 9 kes mirin û 27 kes birîndar bûn.

Êrîşên bombeyên yên li Iraqê hema bêje her roj berdewam dikin. Li gorî îstatîstîkên fermî, ji destpêka meha nîsanê ve 126 kes di van êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.