Di encama bombeyî ya li paytexta Iraqê di encama teqandina wesayîta bombe lê barkirî pêk hat de 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Êrîş li herêma Bab El Muadham a Bexdayê pêk hat. Wesayîta bombe lê hatibû barkirin li ber avahiya Weqfa Şiiyan hat teqandin.
Polîsan ragihand ku bombeyê zirarek mezin da derdora avahiyê û di encamê de herî kêm 15 kes mirin û 50 kes jî birîndar bûn.