Li Bexdayê li dijî heciyên Şîî êrîşa bombeyî: 25 mirî

Li Bexdayê li dijî heciyên Şîî êrîşa bombeyî: 25 mirî

Li paytexta Iraq Bexdayê di du êrîşên bombeyî yên li dijî hecên Şîî de herî kêm 25 kes mirin.

Hecên Şîî di roja dawî ya serdana gora ji 12 Îmaman, îmamê heftemîn Îmam El Kazim de rastî êrîşa bombeyî hatin. Her sal bi sedhezaran Şîî diçin serdana gora El Kazim.

Hat ragihandin ku, êrîşa ku bi du wesayîtên tejî teqemenî ve pêkhatî, herî kêm 25 kes hatin kuştin.

Li gorî çavkaniya polîsan di êrîşa li taxa Şula ya bakûrê Bajar, 14 kes mirin, di êrîşa duwem ya li taxa Kazimiye ku çend kîlomtereyan dûrî goristana Îmam Kazime rû da û 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di roja Çarşema borî de jî di êrîşa bikoordîne ya li dijî hecên Şîiyan de jî 72 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.