Li Beyrûdê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiyan
Li Beyrûdê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiyan
Li Beyrûdê Kurd ji bo Rojavayê Kurdistanê meşiyan
Kurdistaniyên li paytexta Lubnanê Beyrûdê, bi xwepêşandanekê êrişên komên çete yên li ser Rojavê Kurdistanê şermezar kirin.
Li ser banga Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi sedan Kurdistaniyên li paytexta Lubnan Beyrûdê xwepêşandanek lidar xistin û êrîşên komên çete yên dewleta Îslamî ya Iraq û Şam/Eniya El-Nusra li ser Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin.
Meşvanan li ber Pira Kola dest bi meşê kirin û ber bi avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li nava bajêr ve meşiyan. Meşvanên ku alên Kurdî û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildabûn bê navber sloganên piştgiriya bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re avêtin.
Meşa li pêşiya navenda NY'ê veguherî mitîngê, di mitîngê de peyamên TEV-DEM, Yekîtiya Star, Kordînasyona Hêzên Veguherînê û Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz hatin xwendin. Di peyaman de êrîşên komên çete yên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Meşvanan her wiha nameyek ku di derbarê kiryarên qirkirinê yên komên çete de yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê amade kiribûn radestî nûnerê NY'ê yê Beyrûdê kirin.