Li Bidlîsê serdana goristanan

Li Bidlîsê serdana goristanan

Bi boneya Cejna Qurbanê rêxistinên BDP’ê bi pêşengiya Meya-Der û malbatên Şehîdan serdana şehîdgeha Xerzan ya li Bidlîsê kirin.

Di nav de parlementerê BDP’ê yê Bidlîsê Husamettîn Zenderlîoglû, Serokê Bajarê Bidlîsê yê BDP’ê Mehmet Can Demîr, Şaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan, Nûnerê Meya-Der yê Bidlîsê Nîhat Karababa, rêveberên BDP’ê û HDP yên navçeyan û hejmareke zêde malbatên cangoriyên Kurdistanê, girseyekî nêzî 500 kesî li Şehîdgeha Xerzan ya ku berî du mehan hatiye çêkirin, ziyaret kirin. Li dû wecîbeyên olî axaftin hatin kirin.

Li vir nûnerê Meya-Der ê Bidlîsê Nîhat Karababa ji kesên ku li şehîdgehê û xizmên malbatên cangoriyên Kurdistanê re axivî. Karababa diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan ji berê heya niha gelek serketin bi dest xistine û bûye hêviya neteweya Kurd. Di destpêka tekoşînê heya niha, gerîlayên ku di pêvajoya tekoşînê de jiyana xwe ji dest dane, tevî nebûna şehîdgehekî wan jî bi serkeftinên ku bi dest ketine êdî li hemû herêman şehîdgeh hatine çêkirin û wiha berdewam kir: “Di salên destpêkê yên tekoşînê de bedena şehîdên me ya bê ruh li ber însafa xwezayê û dijmin dihatin hêlan. Dayikên me yên ku ji bo zarokên xwe yên ku gorekî wan jî nebû digiriyan êdî bi serketinên dest ketine bûne xwedî goristan. Bi têkoşîna ku şehîdên me daye meşandin û rijandina xwîna xwe êdî em kirine xwedî van destketiyane ne. Kes nikare pêşiya vê tekoşînê û gelî bigire. Weke Komeleya Malbatên Şehîdan Meya-Der êşa malbatên şehîdan parve dikin û li pêş bîranîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewinîn. Heya dawiya emrê xwe, heya ku di demarên me de xwîn biherike, heya tekoşîna şehîdên me bigihê armanca xwe emê tekoşîna xwe berdewam bikin.”
Piştî axaftina nûnerê Meya-Der’ê Karababa serdan bi merasîmekê bi dawî bû.