Li Bismilê gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn

Li Bismilê gerîlayên PKK’ê hatin bîranîn

Di şexsê Gulnaz Karataş û Mîzbah Ezer de hemû gerîlayên PKK’ê ên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê Meclisa Ciwanan ya BDP’a Bismilê ve merasimek ya bîranînê hat li darxistin.

Li navçeya Bismil a Amedê ji aliyê Meclisa Ciwanan a BDP'ê ya Bismilê li avahiya partiyê di şexsê gerîla Gulnaz Karataş (Bêrîtan) û Mîzbah Ezer (Brûsk Amed) û meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Di bîranîna ku bi dehan hemwelatî beşdar bûn de sînevîzyona derbarê gerîlayên PKK'ê ên ku di sala 2011'an de li Geliyê Tiyarê ji aliyê artêşa Tirk ve biçekên kîmyewî hatibûn qetilkirin, hate temaşekirin. Dayîka gerîlayê Mîzbah Ezer Fatma Ezer di bîranînê de axivî û got, "Şehîd şehîdên tevayî Kurdistanê ne. Em naxwazin ne dayîka gerîla û ne jî dayîka leşkeran bigirîn."

Paşê Koma Keskesor a Muzîkê ya di bin banê Şaredariya Bismilê de xebatan bi rê ve dibe klamên xwe pêşkêşkirin.