Li Bismilê ji bo gerîla Bîçîmlî mewlûd hat dayîn

Li Bismilê ji bo gerîla Bîçîmlî mewlûd hat dayîn

Li Bismilê ji bo gerîlayê PKK'ê Erdînç Bîçîmlî (Berzan) mewlûd hat dayîn.

Ji bo gerîlayê PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane 'Şehîdgeha Şehîd Harûn' hat vekirin û cenazeyê gerîla Erdînç Bîçîmlî (Berzan) ku di sala 1992'an de di dema serdegirtina Qereqola Hênê de jiyana xwe ji dest dabû, li 'şehîdgehê' hat definkirin. Ji bo Bîçîmlî li navçeya Bismilê ya Amedê mewlûd hat dayîn. Rêvebirên BDP'ê, MEYA-DER'ê û gelek kes tevlî mewlûdê bûn.

Hevserokê rêxistina BDP'ê ya Amedê M. Emîn Yilmaz di mewlûdê de axivî û wiha got: "Bila serê hemû şehîdên me û serê gelê Kurd sax be. Bi saya hevalên ku jiyana xwe ji dest dane, gelê Kurd şiyar bûn. Ji ber fedakariya wan îro gelê Kurd rojên dîrokî dijîn. Bi sedan sal in hêzên serdest dixwazin gelê Kurd tune bikin. Li vê erdnîgariyê bi milyonan Kurd hatin înkarkirin. Rêberê PKK'ê birêz Abdullah Ocalan û van hevalên me, meşek dan destpêkirin. Ev meş her ku çû mezin bû. Rojên ku gelê Kurd têkoşîna xwe bi ser bixin nêz in." Yilmaz da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Komploya Navneteweyî vala derxistiye.

Piştî axaftinan mewlûd hat xwendin û xwarin hat dayîn.