Li Bismilê li dijî tiryak û fihûşê meş

Li Bismilê li dijî tiryak û fihûşê meş

Bi sedan welatiyên Bismilê li dijî tiryak, fihûş, sîxurî û bişaftinê meşek girseyî pêk anîn.

Li Bismilê Komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Taxa Şentepe, li dijî dizî, tiryak, fihûş û sîxuriyê ji avahiya komeleyê heta kolana Nato meşek girseyî pêk anîn. Koma ku heta kolana Nato meşiyan, pankarta "Li dijî pêkanînên metîngerî, fihûş, tiryak, dizî, bişaftin û sîxuriyê em li qadan in" vekirin û bê navber siloganên "Bijî serok apo", "Bijî berxedana Rojava', "Deşta Bismilê deşta Apoyiyan e" û "Şehîd namirin" qêriyan.

Ciwan piştî heta kolana Nato meş pêk anîn li ser navê komê endamê komeleya Welatiyên Azad û Wekhev a Şentepe Îlhamî Yildiz, daxuyanî da. Yildiz diyar kir ku, êdî temenê dizî, tiryak û fihûşê heta dibistana sereteyî daketiye û her ku diçe bingehê civakê perçe dike.

Yildiz da zanîn ku, ew dê li dijî vê pergal û polîtîkayê bêtir şer bikin û bang li her kesî kir ku li dijî vê pergalê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Komê piştî daxuyanî da dawî li çalakiya xwe anîn.