Li Bokanê qedexeya Newrozê

Li Bokanê qedexeya Newrozê

Her çendî li Îranê Newroz bi awayeke fermî betlane ye, lê ji ber pêkanînên rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê tê qedexekirin. Hate diyarkirin ku rayededarên ewlekariyê yên bajarê Bokanê gef li hunermend û stranbêjên Kurd xwar ku tevlî pîrozbahiya Newrozê nebin.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine bidestxistin, rayedarên rejîma Îranê yên li Bokan ji hunermend û stranbêjên Kurd re gotine ku bi tu awayî nabe pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin û ji bo vê yekê gef li wan xwarine. Par jî li çend gundên Bokanê jî pîrozbahiya Newrozê hatibû qedexekirin.

Hêjayê gotinê ye ku Newroz li Îranê betlaneya fermî ye.