Li Bordeaux û Munchenê coşa 15'ê Tebaxê

Li Bordeaux û Munchenê coşa 15'ê Tebaxê

Li bajarê Fransa Bordeaux û li bajarê Elmanya Munchenê, 15 Tebaxê hat pîrozkirin di pîrozbahiyan de bal hat kişandin ser girîngiya 15'ê Tebaxê ji bo gelê Kurd.

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Bordeauxê dijîn, Pêngava 15'ê Tebaxê bi pîknîka li qiraxa Gola Ambesê pîroz kirin. Pîknîk bi beşdariya 200 kesî pêk hat û tê de, behsa kesayetiya Fermandarê ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) hat kirin.

Di axaftinan de hat destnîşankirin ku 15'ê Tebaxê tê wateya ji nû ve afirandina vîn û nasnameya Kurd a hatiye înkarkirin. Di axaftinê de hat ragihandin ku 15'ê Tebaxê nîşaneya lehengî û berxwedanê ye û hat gotin, "Ciwanê Kurd wê bi giyana 15'ê Tebaxê xwedî li Rêber Apo derkevin û ji bo azadiya wî heta dawiyê têbikoşin."

Li bajarê Elmanya Munchenê jî, 15'ê Tebaxê bi şahiyekê hat pîrozkirin. Çalakî li navenda Munchenê li Ein Welthausê pêk hat û nêzî 100 Kurdistanî beşdar bûn. 

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û dûre Kurdistaniyan hest û nêrînê xwe yên der barê Pêngava 15'ê Tebaxê de anîn ziman. Piştî axaftinan Koma Welat û Azad derketin ser dikê û berhemên xwe pêşkêş kirin.