Li hin girtîgehên federal ên Brezîlyayê dê ji niha û pêve ji bo xwendina her pirtûkekê 4 roj cezayê mehkûman bê kurtkirin.
Li hin girtîgehên welat, mehkûm dikarin salane 12 pirtûk bixwînin û 48 roja ji cezayê xwe kêm bikin. Mehkûm dê ji nihava felsefe, zanîst û wêjeyê pirtûkan hilbijêrin.
Ji bo cezayê mehkûman were kêmkirin, divê herî zêde di mehekê de pirtûkek bixwînin û di dawiya xwendina pirtûkê de jî nivîsek li ser wê pirtûkê binivîsin.
Dê were xwestin ku paragrafên nivîsê rast bên nivîsandin, nivîs were fêmkirin û kêmasiyên rêzimanî tune bin. Lê hemû mehkûm nikarin beşdarî vê bernameyê bibin. Paneleke taybet dê diyar bike ka dê kîjan mehkûm bikarin beşdarî vê bernameya “bi xwendinê ji gunehan rizgar bibe” bibin.