Li Brighton’ê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li Brighton’ê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin
Li Brighton’ê 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin
Kurdên li bajarê Îngilîstan Brightonê dijîn, bi wesîleya 29. salvegera pêngava 15'ê Tebaxê şahiyek lidar xistin.
Kurdên li bajarê Îngilîstan Brightonê dijîn, bi organîzasyona Sussex Kurdish Communty, di pîrozbahiyekê de hatin cem hev. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo cangoriyên Kurdistanê destpê kir û Serokê Sussex Kurdish Community Mûsa Îltemîş axaftineke kurt kir. Îltemîş di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya dîrokî ya 15'ê Tebaxê.
Dûre Berdevkê London Kurdish Comunnity Îsmet Kayhan mafê axaftinê kir û behsa qirkirin, asîmîlasyon û înkarkirina Kurdistanê ya rejîma Kemalîst beriya 15'ê Tebaxê dimeşand, kir.
Kayhan da xuyakirin ku herçend PKK'ê tekoşîna xwe ya çekdarî di sala 1984'an de da destpêkirin jî, ev yek encama rêxistinbûyînek salan bû. Kayhan, di warê hûnandina vê pêvajoyê de bal kişand ser xebatên Hakî Karer û got, "Hakî Karer di demeke kurt de xebatên girîng ên rêxistinbûyîn pêk anî, ji ber vê yekê şehadeta wî rê li ber pirsgirêkên mezin vekiriye. Bi heman rengî rola Mahsûm Korkmaz gelekî girîng e û şehadeta wî rê li ber birîneke xedar vekiriye ku girtina wê ne hêsan e. Tevgera Azadiyê ya Kurd di vê rêyê de meşiya û di encama xebatên rêxistinbûyînê yên navbera salên 1986-1990 de, li gelek bajarên Kurdistanê serhildanên gel deng vedan.
Kayhan li hemberî daxuyaniyên Serokwezîrê Tirkiyê Tayyip Erdogan ên li dijî perwerdeya zimanê dayikê nerazîbûneke tund nîşan da û diyar kir ku ew ji bo pêvajoya demokratîkbûyînê, hikûmeta AKP'ê samîmî nabîne.
Kayhan bal kişand ser têkoşîna gelê Kurd a li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku Kurd li 6 eniyan têdikoşe û diyar kir ku têkoşîn ne tenê li hemberî çeteyên El Qaîde, Artêşa Azad û rejîma Sûriyê, di heman demê de ji ber deriyên sînor nayên vekirin li hemberî birçîbûnê jî têdikoşin. Kayhan destnîşan kir ku tevî zor û zehmetiyan jî ew bawer e ku gelê Rojava wê bigihêje serketinê û anî ziman ku parçeyên din ên Kurdistanê, Rojava bi tenê nehiştiye.
Weke axaftvanê dawî jî rêveberê Sussex Kurdish Ekrem Kilinç bi Kurdî peyivî û ji bo 15'ê Tebaxê got, "Eger îro li bajarê Başûrê Kurdistanê Hewlêrê Kongreya Neteweyî ya Kurd li hev kom dibe, ev bi temamî berhema vê têkoşînê ye." Piştî semînerê, xwarin û vexwarina ji aliyê malbatan ve hatibû amadekirin, hatin pêşkêşkirin.