Li Brukselê protestoya 9’ê Cotmehê

Li Brukselê protestoya 9’ê Cotmehê

Komploya 9’ê Cotmehê ya ku li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pêk anîn li Brukselê bi meşekê hate protestokirin.

Li paytexta Belçîka Brukselê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê nêzî 500 kes li pêş balyozxaneya DYE’ê ya taxa Rue L’Indistrue kom bûn. Di meşa ku ji aliyê Federasyona Kurd ya Belçîka ( FEK-BEL) ve hate lidarxistin de kurdan dirûşmên weke “Bijî Serok Apo, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî, Terorîst Tirkiye” qîriyan û girse li pişt pankarta li binivîsa “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” nivîsî meşiyan. 

Dema meş gihişte meydana Schûman a li ber avahiyên Yekitiya Ewropayê, Serokê PJAK’ê Hacî Ahmedî û Serokê KONGRA-GEL Remzî Kartal axivîn. Hacî Ahmedî di axaftina xwe de got ku: “Em komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê şermezar dikin. Lê li gel şoreşa Rojava gelê kurd bi berxwedana xwe ya 15 salan komplo pûç kiriye.”

Remzî Kartal jî diyar kir ku komploya 9’ê Cotmehê, piştî têkoşîna 15 salan a Ocalan li gel şoreşa Rojava pûç kiriye û got: “Şoreşa Rojava bi perspektîfên Rêber Apo pêk hatiye û di heman demê de ev perspektîfekî ku Rojhilata Navîn jî ronî dike.”

Çalakî piştre bi dirûşman bi dawî bû.